Li Mêrdînê 3yemîn Fuara Pirtûkan deriyên xwe ji pirtûkhezan ra vekir.
Beşir Şavur, Halil İbrahim Sincar
16 Gulan 2026•Rojanekirin: 16 Gulan 2026
photo: Halil İbrahim Sincar / AA
Türkiye, Mardin
Li Mêrdînê 3yemîn Fuara Pirtûkan deriyên xwe ji pirtûkhezan ra vekir.
Di vekirina fuara ku ji aliyê Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin va li Qada Fuarê ya Artukluyê tê lidarxistin da, Walî û Wekîlserokê Şaredariya Bajarê Mezin Tuncay Akkoyun gotarek pêşkêş kir û tê da bal kişand ser giringiya xwendina pirtûkan.
Wêne : Halil İbrahim Sincar/AA
Walî Akkoyun anî ziman ku di fuara ku 3yemîna wê li dar dixin da 50 stand û 56 weşanxane beşdar dibin.
Akkoyun wiha axivî:
"Fuara pirtûkan ewê ji 16 heta 24ê gulanê di xizmeta hemî welatiyên me da be. Ez pêşniyar dikim ku hemû welatiyên me, xwendekar, ciwan, zarok û dêûbav werin pêşangeha me ya pirtûkan. Ez dixwazim malbat bi zarokên xwe ra pirtûkan bixwînin. Fuara me dê ji bo gel vekirî be."
Akkoyun destnîşan kir ewê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin va piştevaniya xwendekaran bikin.