Fatih Gazioğlu
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
MERSÎN
Şelaleya Bugarbaşiya ku di nav sînorê Muta navçeya Mêrsînê da li hêviya kifşkirinê ye
Şelaleya Bugarbaşiyê ji navenda navçeyê qasî 20 kîlometre dûr e û li taxa Dereyê ye. Şelale bi siruşta xwe ya delal û xweşik merivan li xwe heyran dihêle û balê dikşîne.
Ji welatiyan Îbrahim Oduncuyê (60) cotkar got ku divê hemû kes şelaleya Bugarbaşiyê bibîne û wiha axivî:
"Divê ev cî miheqeq were kifşkirin û ji turîzme re bê vekirin. Rêya şelaleyê tune. Ji ber vê gelek kês vê derê nizanin. Li derûdorê şelaleyê zeviyên me hene. Bi tenê em tên van deran. Em dixwazin ciyê seyranê li vê derê bê çêkirin. Ev xebat wê ji bo turîzma Mêrsînê jî baş bibe."