Haydar Şahin
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
İSTANBUL
Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 7 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Derhêneriya fîlma "Dînomîno Fermana Fatîh" Osman Kaya dike û Erkan Petekkaya, Yetkîn Dîkîncîler, Cem Uçan, Nur Fettahoglu, Îsmaîl Fîlîz, Hakan Yufkacigîl, Berat Efe Parlar, Gokçe Ozyol, Ruzgar Aksoy, Gulşah Şahîn Uçan û Demet Tuncer di fîlmê da dilîzin.
Fîlm di cureya aksiyonê da hatiye kişandin û mijara fîlmê ew e ku Mehmedê 2yan ji bo zilma Vlad Tepeşê Voyvodayê Eflakê bi dawî bike Yekîneya Dînan dişîne ser herêmê.
- "Me Bibîr Bîne"
Derhêneriya fîlma "Me Bibîr Bîne" Çagan Irmak dike û di fîlmê da Altan Erkeklî, Tolga Tekîn, Ozge Ozberk, Bînnur Kaya û Sumru Yavrucuk dilîzin.
Di fîlmê da qala çîroka merivekî bavê xwe îhmal kiriye û demekê şûnda tîne cem xwe û malbata wî dikin.
- "Ji Bo Tiştên Put"
Dehêneriya fîlma "Ji Bo Tiştên Put" Onur Unlu dike û Turku Turan, Erkan Kolçak Kostendîl, Oner Erkan, Oyku Karayel, Elît Îşcan, Ferîde Çetîn, Berîl Kayar, Ruzgar Erkoçlar û Kadîr Çermîk di fîlmê da dilîzin.
Di fîlmê da qala jiyana komek hunermendên li Cîhangîra Stenbolê dijî û jiyana wan a tevlihev dikin.
- "Robîn Hood"
Derhêneriya fîlma "Robîn Hood" Otto Bathurst dike û di fîlmê da Jamie Dornan, Taron Egerton, Ben Mendelsohn, Jamie Foxx, Paul Anderson Eve Hewson dilîzin.
- "Eşqa Mihtemel"
Derhêneriya fîlma "Eşqa Mihtemel" Thomas Stuber dike û di fîlmê da Sandra Huller, Franz Rogowskî, Peter Kurth, Hennîng Peker û Matthîas Brenner dilîzin.
- "Havîn"
Derhêneriya fîlma "Havîn" a di Festivala Fîlman a Cennesê da ji bo Palmiyeya Zêrîn ketibû pêşbaziyê Kirill Serebrennikov dike û di fîlmê da qala lehengên di heyama Yekîtiya Sowyetan da bi muzîka rock'n roll ra eleqedar dibin dikin.
Di fîlmê da Teo Yoo, İrina Starshenbaum, Roman Bilyk, Anton Adasinsky û Liya Akhedzhakova dilîzin.
- "Grînç"
Derhêneriya "Grînç" a fîlma anîmasyon Scott Mosier û Yarrow Cheney dikin.