Abdullah Tel
05 Mijdar 2020•Rojanekirin: 08 Mijdar 2020
Vê hefteyê 2yên wan xwemalî 7 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Fîlma bi navê "Ji Bo Çûnê Destûrê Bide" ku Thomas Bezucha derhênerî kir û di rola sereke da jî tevlî Kevîn Costner û Diane Laneyê, Jeffrey Donovan, Booboo Stewart û Lesley Manville dileyîzin da qala malbateke ku ji kurê xwe dibin û dixwazin neviyê xwe bibînin dike.
- "Dizê Rast"
Di fîlma Liam Neeson rola sereke da dileyîze qala dizekî bankeyê ku ji ber evîndariya xwe dixwaze teslîm bibe û bi ajanên FBIyê yên çilvirî bûne ra têdikoşe tê kirin.
Kate Walsh, Jai Courtney, Jeffrey Donovan û Anthony Ramos di fîlmê da hevaltiya Neeson dikin, senaryoya fîlmê ji alî Steve Allrich va hatiye nivîsîn û Mark Williams jî derhêneriya fîlmê kiriye.
- "Biyanî"
Visar Morina derhêneriya "Biyanî" hilda ser xwe û di fîlmê da jî Sandra Huller, Misel Maticevic, Rainer Bock û Thomas Mraz dileyîzin.
Fîlm bi şirîkatiya Almanya û Belçîkayê hatiye kişandin û qala endazyarekî kîmyayê ku li saziya dixebite muameleyên cudakariuyê lê tên kirin, dike.
- "Tirsa Kûr"
Neasa Hardiman a ku ewilî senaryoya fîlmê nivîsî paşê jî derhênerî kir fîlma Tirsa Kûr ji bo temaşevanan amade kir.
Di fîlma bi şirîkatiya Amerîka, Belçîka, Îngiltere, Îrlanda û Swêdê hat çêkirin da qala teyfeya ku bi şikevên masiyan va di nav behrê da mehsûr mane û li hemberî parazîteke ji ber avê derketiye holê hewl didin, dike.
Di rola serekeda Hermione Corfield, Dag Malmberg, Jack Hickey, Olwen Fouere û Dougray Scott dileyîzin.
- "Havîna 85a"
Fîlma ku derhênerî û senaryo jî ji destê François Ozon derket da qala ciwanekî 16 salî yê li bajarokek devê peravê ya li Normandiyayê ye dijî tê kirin.
- "Evînê Te Bibîne"
Di fîlmê da wek lîstikvan Firat Kaya, Asli Şîmşek, Şevkî Ozcan, Tolga Oz û Gokhan Daldik dileyîzin û derhêneriya fîlmê jî Hakan Yucel kir.
- "Heneka Dawîn"
Fîlma xwemaliya din a ku vê hefteyê tê nîşandan bi derhêneriya Erkam Bulbul va ji bo temaşevanên pêkenokan hez dikin hatiye çêkirin.
Di fîlmê da Serdar Gokalp, Ege Kokenlî, Gokay Muftuoglu, Perîhan Unlucan û Ozer Arslan dileyîzin.