Ahmet Aydın
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
SAREYEVO
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Bosnayê beşdarî Lijneya 6emîn a Yekîtiya Demokratên Tirkên li Ewropayê bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan got, "Bi mebesta ku zarokên me yên li derveyî welêt fêrî Tirkî bibin, emê piştevaniya xwe ya projeyan firereng bikin. Di vê çarçoveyê de emê bi mektebên dawiya hefteyan zarokên xwe ji bo fêrbûna Tirkî û çanda xwe teşwîq bikin."
Erdogan anî ziman ku welatiyên Tirkiyeyê yên ku li derveyî welêt malnişîn bûne, ji bo bikarin li welatê Tirkiyeyê nîvedemî bixebitin, piştî hilbijardinê ewê gavê biavêjin û got, "Wê TRT TURK jinûve bê verastkirin û ji bo welatiyên me yên li derveyî welêt wê xizmeteke berfirehtir bide."
Serokomar Erdogan herwiha got, "Li parlementoyên dewletên Ewropayê, dijminatiya herî mezin ya li dijî welatê me, kesên bi koka xwe ji Tirkiyeyê ne, dikin. Ev jî tê wê wateyê ku ka ew xefka li dijî me vedane gihaye çi raddeyê. Înşallah emê pêk ve vê lîstikê têk bidin."
Erdogan behsa hinekan kir ku li Ewropayê li dijî Tirkiyeyê dixebitin û got, "Îro hinek ji welatên Ewropayê li dijî kesayetiya me û welatê me bêedebiyê dikin, sedema vê jî bêserûberiya Tirkên li wêderê ne."
Serokomar Erdogan ji bo hilbijartina wiha got, "24ê hezîranê emê him serokomar û parlementerên xwe hilbijêrin û him jî emê terciha xwe ya sedsala bê bikin."
Erdogan wiha pê de çû: "Ricaya min ji we ev e, li welatên ku lê dijîn di nava partiyên siyasî de rola aktîf wergirin. Di wan parlementoyan de bila xayin cih negirin hûn cih bigirin. Civaka Tirkî xwedanê vê hêzê ye. Cudahiyên biçûk bila ji bo gihiştina hedefên mezin ji we re nebin rêgir."