Anadolu Agency bi telîmata Xazî Mustafa Kemal Ataturk ve di salên ewil ên Şerê Rizgariyê de ji bo rewşa Anadoluyê ragihîne dinyayê hat avakirin. Ajans di sala avakirina xwe ya 95emîn de ji bo ku li dinyayê bikeve nav ajansên herî baş, kar û barên xwe didomîne.
Dema ku şerê rizgariyê dewam dikir, Anadolu Agencyê wezîfeyeke krîtîk dikir û ji ber vê jî di dîroka komarê de cihê ajansê taybet e. Dema ku têkoşîna millî dest pê kir, ajansê ev têkoşîna serxwebûnê hem ji welêt re ragihand hem ji dinyayê re ragihand û serkeftî bû.
Anadolu Agency 95 sal in ku bê navber nûçeyan çêdike û bi helwesta nûçegihaniya "pêbawer, alînegir, exlaqî û lezgînî" ve ber bi sala 100emîn ve diçe.
AAyê bûyerên Sûriye, Myanmar û Misrê ragihand dinyayê û dibe dengê mezlûm û mexdûran.
Fikra derketina ajansê
AA di dema têkoşîna millî de tê avakirin. Piştî ku Stenbol di 16ê Adara 1920î de bi awayekî fermî hat dagirkirin û Meclisa Mebûsanê hat girtin, Mustafa Kemal Paşa ji bo ku Meclis li Enqereyê bicive, ji bajaran re ragihand ku hilbijartinê bikin. Hin rewşenbîran lê nihêrî ku mayîna li Stenbolê êdî ne pêkan e, hewl dan ku tevê Têkoşîna Millî bibin. Ev geşedan bû sedem ku Anadolu Agency jî ava bibe. Rojnameger Yunus Nadî (Abalioglu) û rojnameger û nivîskar Halîde Edîpê (Adivar) berê xwe dan Enqereyê û di 31ê Adarê de li Geyveyê hevdîtin kirin. Di dema bêhndayîna li îstgeha Akhîsarê de li ser pêdiviya ajansê sekinîn û gotin ku ew çawa herin Enqereyê, divê ew “teşkîlata ajansekê” ava bikin. Ji bo ajansê li ser navan sekinin û di nav navên “Turk”, “Ankara” û “Anadolu”yê de li ser navê “Anadolu Agencyê” qirar dan.
95 sal berê hat avakirin
Heyeta ku Halîde Edîp û Yunus Nadî tê de ne, di 1ê nîsanê de digihîjin Enqereyê. Li gor gotina Yunus Nadî avakirina Anadolu Agencyê di "4 an jî 5ê nîsanê êvarê" li biryargeha Mustafa Kemal Paşa ya Mekteba Ziraetê piştî şîvê hat rojevê. Piştî vê axaftinê Anadolu Agency di 6ê Nîsana 1920î de tê avakirin.
Mustafa Kemal Paşa piştî vê tamîmekê dişîne û li ser avakirina Anadolu Agencyê disekine.
Tamîma dîrokî
Tamîma Mustafa Kemal Paşa ya li ser avakirina Andolu Agencyê wiha ye:
"Saltanata Osmaniyan ku mala Îslamê ye, piştî ku ket destê dijminan, hemû welêt û neteweya me bi talûkeyeke pir mezin re rû bi rû ma. Ji bo ku haya misilmanan bi şerê pîroz ê ku hemû Rûmelî û Anadolu ketê bikeve, saziyek (Anadolu Agency) hat avakirin.
Anadolu Agency wê bi belge nûçeyan çêbike û ji çavkaniya eslî agahiyê bigre. Tê ricakirin ku ji bo vê jî divê ev agahiyên ajansê li wan deran bi taybetî jî bila rêxistina me ya Mudafaayê Hiqûqê agahiyên ajansê li kolanan daliqînin, belav bikin û bigihînin gundan. Çi qas ji dest tê bila ev agahî werin berbelavkirin. Ji bo vê jî bi lez û bez verastkirin werin kirin û pişt re agahî werin dayîn."
Buroya yekemîn
Buroya ewil ya ajansê li Mekteba Ziraetê hat vekirin. Halîde Edîp wiha behsa buroyê dike.
"Li ser hatina min a Enqereyê re pênc roj derbas bûbûn. Odeyeke teng û dirêj ku deriyê wê ji sofya mezin re vedibû, dan min. Ev der kiribûn buro. Eşyayê odeyê ji nivîsxane, refên dosyeyan, sendelî û du maseyan û yek jî ji makîneyeke nivîsê pêk dihat. Min di rojnameyên îngilizî de beşên siyasî werdigerandin. Katibê Mustafa Kemal Paşa Hayatî Beg ji min re telgraf dianîn. Min ji nav wan telgrafan beşên ku ji bo Anadolu Agencyê û rojnameya Hakimiyeta Millî hewce dikirin, jê dikir; ji bilî van min nivîsên din ên Mustafa Kemal yên der heqê muxaberatê de amade dikirin."
Servîsa nûçeyan ya ewil
Anadolu Agency nûçeyên xwe yên ewil di 12ê nîsana 1920î de servîs kir. Nûçeya ewil wiha ye:
"Navenda me ya dewletê piştî ku ket destê dijminan, Mudafaayê Hiqûqa Anadolu û Rûmelyê rabû ser piyan. Anadolu Agency ji bo ku birayên me yên dîn û welêt nûçe û agahiyên herî rast hildin hat avakirin. Ajans ji îro pê ve dest bi wezîfeyê dike. Divê agahî û nûçeyên ku îro hatin bidestxistin, li wan deran bên belavkirin ku zêdetir kes bixwînin û bizanibin. Bi vê mebestê em ji we hemûyan rica dikin ku hûn li wan deran rêxistinan ava bikin û agahiyên ku em her roj didin li deriyên telgrafxaneyan ve li ser lewheyên reş binivîsin, li cihên ku alav hene çap bikin, biweşînin, belav bikin, bişînin nahiyeyan; heta bişînin gundan. Em ji bo vê alîkariya we rica dikin. Piştî vê destpêkê, agahiyên îro yên dawî li jêr in..."
Di nûçeya ewil de rewşa welêt a wê demê hatiye daxuyandin û di vê çarçoveyê de cih dabûn armanca avakirina Anadolu Agencyê.
Di nûçeyê de li ser girîngiya belavkirina nûçeyên AAyê hatiye sekinandin û her wiha hatiye gotin ku ji bo belavkirina nûçeyan tûreke belavker ava bikin.
Di bultena ewil de hem ji nav welêt nûçe hene, hem ji derveyî welêt nûçe hene.
Avakirina ajansê bi awayên fermî ji hemû welêt re hatiye ragihandin. Piştî vê dîrokê, ajansê der heqê hincetên têkoşîna neteweyî ya Anadoluyê, geşedanên têkoşîn û hêmanên din ên têkoşînê de hewl da ku ji hundur û derve nûçe û agahiyên herî rast werin çêkirin.
Eleqeya ku Mustafa Kemal nîşanî AAyê da
Mustafa Kemal ji bo ku AA li nav welêt çalak bibe û kar û barê xwe bi rê ve bibe, pê re eleqedar bû, lewra bawer kiriye ku propagandaya têkoşîna millî girîng e. Ji bilî daxuyandina avakirina AAyê, hewl da ku bultenên ajansê bên belavkirin û ji bo vê nivîs nivîsandiye û hişyarî daye.
Mustafa Kemal di 18ê Nîsana 1920î de ji Navenda Telgrafê ya Anadoluyê re tamîmek şand û di tamîmê de got ku bultenên Anadolu Agencyê ji hin deran re nayên şandin û ji bo vê şikyat tên kirin. Her wiha got ku bultenên AAyê wê bi telgrafan werin şandin. Mustafa Kemal di tamîmê de ragihand ku heke di şandina nûçeyên AAyê de qusûr derkevin, pêkan e ku ev bibe "sûcê welêt".
Rêgezên weşanê
Bultenên AAyê berê jî di çarçoveya rêgezên weşanê de hatin amadekirin.
Anadolu Agency ji bo gel hişyar bihêle rewş û bûyer ragihand gel da ku têkoşîna millî bigihîje serxwebûnê. Ajansê biryarên Meclisê ragihande gel û bi vî awayî haya gel û hikûmetê ji hev çêbû.
Wê çelenkê daynîn li ser mozoleya Ataturk
Îro salvegera 95emîn ya Anadolu Agencyê wê were pîrozkirin. Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî Şenol Kazanci û heyeta pê re, wê îro Anitkabîrê ziyaret bike, çelengê dayne ser mozoleya avakarê AAyê Mustafa Kemal Ataturk û li ber rêzê bigre.
news_share_descriptionsubscription_contact


