İbrahim Atmaca
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
QUDS
Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Medeniyetê ya Stenbolê Doç. Alk. Dr. Cemîl Tekelî ku polêsê Îsraîlê di 15ê rêbendanê da li Balafirgeha Tel Avîvê binçav kir û paşê şandin hebsa eskerî, hat berdan.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji ofîsa Lea Tsemela parêzera Tekel hilda, akademîsyenê Tirk îro serê sibê hatiye berdan û ji bo ku vegere Tirkiyeyê derbasî balafirgehê bûye.
Hat gotin ku Tekel dernexistine mehkemeyê û rasterast hatiye berdan.
Tekel li balafira 07.30î (BST 08.30) ya Rêhewaya Tirk siwar bûye ku were Tirkiyeyê.
Tekel li Îsraîlê di girtîgeha eskerî ya Petah Tikvayê da 26 rojan hat girtin û di mehkemeya eskerî da hat darizandin, lê nehat diyarkirin ku sûcê wî çi ye.
Lea Tsemela parêzera Tekel berî niha daxuyanî dabû û gotibû ku hatiye qedexekirin ku ew ji çapemeniyê ra qala sedema girtina muwekîlê xwe bike.
- Xwestibû vegere Tirkiyeyê lê hatibû binçavkirin
Tekeliyê Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Medeniyetê ya Stenbolê piştî bernameya ku di 11ê rêbendanê da dest pê kir û kuta bû wê di 15ê rêbendanê sa vegeriya Stenbolê, lê polêsê Îsraîlê ew li Balafirgeha Tel Avîvê binçav kiribû.