Haydar Şahin
20 Adar 2021•Rojanekirin: 21 Adar 2021
Hat ragihandin piştî ku roketên rêxistina terorê ji aliyê Sûriyeyê avêtin Kilîsê Artêşa Tirkiyeyê bersiva lazim dike da, ji 20î zêdetir hedefên PKK/YPGyê hatin îmhekirin, gelek terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, piştî ku roket ser Kilîsê da ketin Artêşa Tirkiyeyê "guleyên cezakirinê" avêtin herêma jê êrîş hat kirin.
Xêncî herêma jê êrîş hat kirin hedefên li Til Rifatê yên terorîstan jî bûn hedef û artêşê bombe di ser da barand.
Bi bersiva artêşê va ji 20î zêdetir hedefên rêxistina terorê hatin îmhekirin û gelek terorîst hatin berterefkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Kilîsê roket lê ketin gotibû, "Êrîşa hat kirin tu carî nayê qebûlkirin. Me bersiva wê da, em didin û em ê bidin jî."