Mustafa Deveci
23 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2024
ANKARA (AA) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan yên bejayê li başûrê Xeta Xezeyê bajarê Xan Yûnis dorpêç kirine.
Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên dijî Xan Yûnisê zêde kir ku îdia dikir dereke "ewle" ye û serê meha borî jî weke "herêma şer" îlan kiribû.
Artêşa Îsraîlê ku ji beja, asîman û behrê va êrîşên xwe didomîne destnîşan kir ku hêzên wan yên bejayê li başûrê Xeta Xezeyê bajarê Xan Yûnis dorpêç kirine.
Ji ber ku artêşa Îsraîlê li başûrê Xezeya dorpêçkirî êrîşên dijî Xan Yûnisê zêde kirin, bi hezaran Filistînî mecbûr man û ber bi Refaha li sînorê Misrê koç dikin.