Ethem Emre Özcan,Ömer Koparan
03 Sibat 2023•Rojanekirin: 09 Sibat 2023
Li navçeya Efrînê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, berfa ewil a salê barî.
Li deverên gundewar ên bakurê Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorê hatin paqijkirin, duh êvarê berf barî.

Gelê bajaroka Elî Kara ku berfa ewil a salê lê barî, serê sibehê bi berfê şiyar bûn û kêfxweş bûn.
Li herêma nêzî sînorê Tirkiyeyê û derdora wê qalindahiya berfê ji 15 santêmî derbas bû, zarokan di nava berfê da têra xwe leyîst.
Berfê hin rêyên gundewar girt.