Muhammet Kurşun
12 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Hewlêra paytext pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Ingîltereyê Michael Fallon kir.
Li gor daxuyaniya malpera Serokatiyê di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, operasyona rizgarkirina Mûsilê, ewlehiya herêmê û civînên li ser Sûriyê hatin xeberdan.
Wezîrê Ingilîz rola Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan de bilind nirxand û ji bo serkeftinên wan Serok Barzanî pîroz kir. Fallon, ji bo şehîdên Pêşmerge serxweşî li xizmên wan kir û ragihand ku dê piştgiriya Ingîltereyê ji bo hêza Pêşmerge berdewam be.
Barzanî û Fallon bal kişandin ser qonaxa piştî DEAŞê li Mûsilê û diyar kirin ku divê rola pêkhateyên herêmê, hikûmeta Iraqê, hikûmeta Kurdistanê û ya Koalîsyona Navneteweyî berçav be. Herdu aliyan jî anî ziman ku divê asayişa Nînowayê û rêvebirina xizmetguzariyan rêkupêk bimeşe.
Herwiha hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê jî hat nirxandin û Fallon destnîşan kir ku ev hevkarî gelekî muhîm e, divê berdewam be.
Di hevdîtinê de Balyozê Ingîltereyê li Bexdayê Frank Baker, Serkonsolosê Ingîltereyê li Hewlêrê Con Sharp û general û fermandeyên Artêşa Ingîltereyê amade bûn.