Haydar Şahin
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
LONDRA
Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Borîs Johnson êrîşa li ser mizgefta Rewzayê ya li Arîşa bajarê Sînaya Bakur a eyaleta Misrê şermezar kir.
Johnson di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşa da got, "Ez vê êrîşa li mîzgefta li Sînaya Bakur a herêma Misrê şermezar dikim. Ji ber vê êrîşa bi nefret ez zehf li ber xwe ketim. Fikr û ramanên min bi gelê Misrê û wan malbatan ra ye ketine ber vê êrîşê."
Johnson got ji bo ku serxweşiyê bide û bêje ku di têkoşîna dijî terorê da li aliyê Misrê ye têlefonî Semîh Şukriyê hevtayê xwe yê Misrê kir.
Hat ragihandin ku di êrîşa bibombe û çekdarî ya li ser mizgefta Rewzayê ya li bajarê Arîşê da 235 kes hatin kuştin û 109 kes jî hatin birîndarkirin.