Nihat Kavşut
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
QAHIRE
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ji bona êrîşa li Misrê hat kirin li Ebdulfettah es-Sîsiyê Serokomarê Misrê geriyan.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Misrê hat diyarkirin Trump û Macron ji bona êrîşa li Arîşê dijî Mizgefta Rewzayê hat kirin û tê da 235 kes hatin kuştin û 109 kes jî birîndar bûn li Sîsî geriyan.
Li gor agahiyan Trump destnîşan kir ku rêvebiriya Washingtonê li cem Misrê ye û piştgiriyê dide têkoşîna dijî terorê.
Hat diyarkirin ku Macron jî destnîşan kir Fransa bi rêvebiriya Qahireyê ra di nav hevkariyê da ye.
Di êrîşa li dijî Mizgefta Rewzayê da 235 kes hatibûn kuştin û 109 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber êrîşê li Misrê ji bona 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin.