ŞAM
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalif a Sûriyeyê (KŞMS) daxuyanî da û diyar kir ku: "Li Helebê di êrîşên hêzên Esed yên bi bombeyên warîlê hatin kirin de di nav 10 rojan de 650 kes mirin. Li welêt di adara 2011an de şer dest pê kiribû û ji wê rojê heta niha di êrîşên bi bombeyên warîlê hatin kirin de 20 hezar kes mirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêkirina şer heta niha nêzîkî 5 hezarî bombeyên warîlê hatine avêtin û ev hatin gotin:
"Di êrîşên bi bombeyên warîlê hatin kirin de 100 kes birîndar bûn. Giraniya bombeyeke warîlê di navbera 150 û 1000 kîloyî de ye. Hêzên Esed ji bo ku tesîra bombeyan zêde bibe TNT, pola, hesin û tiştên tuj dixine hundirê bombeyan."