Heman Hussein Yaseen,Bekir Aydoğan
16 Tebax 2022•Rojanekirin: 24 Tebax 2022
Li Duhoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê welatiyê bi navê Ebdulsettar Emîn 38 sal e li mala xwe 60 cure mar xwedî dike û dibêje "Armanca min maran ji mirinê xelaskirin e. Dema yek dixwaze maran bikuje ez heman diçim û xelas dikim."
Emînê li Şeyhana navçeya Duhokê dijî bi salane maran xwedî dike, dema kesek marekî bibîne cabê dide wî.
Gelek kes tên mala wî ku bi maran ra wêneyan bikşînin.
Emîn xwedîkirina maran nîşanî zarokên xwe jî daye û ji sala 1984an vir va maran digire.

Emîn wiha axivî: "Berê min hinekî li cem xwe digirt û berdida. Piştî ez zewicîm û zarokên min çêbûn min malê dest bi xwedîkirina wan kir. 60 mar li malê hene."
Emîn daxuyand hemû malbata wî bi maran ra dijî, li mala wî 3 cure mar hene û wiha axivî: "Ev marên reş, marên kor û marên şah in. Yê herî bitalûke marê kor e. Heta ez mecbur nemînim ez vê cureyê nagirim. Talûkeya marê reş tune. Li ku derê bibînin xeberê didin min, ez jî diçim digirim û tînim malê."
- "Mar gelek caran ji bo ku êrîş neke xwe vedişêre"
Der barê hurgiliyên maran da jî Emîn got emrê wan ji qalikê wan, cureyê wan jî ji serê wan tê fêmkirin û anî ziman ku heke zikê wan ne sor be ew nêr e û serê yên nêr mezintir e.
Emîn got heta însan êrîş nekin mar merivan gez nakin û wiha dewam kir: "Mar gelek caran ji bo ku êrîş neke xwe vedişêre. Lewra dema gez dike jahra xwe vala dike û hewcedariya wî dîsa bi jahrê çêdibe, jahr di bedena mar da wek proteînê ye."

Ji bo marên reş Emîn got ew însanan gez nakin, zirara wan tune û ew mişk û marên di zeviyan da dixwin.
Emîn agahî da ku mar ji meha çileya paşîn heta meha nîsanê tiştekî naxwin, ew goştê sor zêde dixwin, lê goştê mirîşkan zêde naxwin.
- "Armanca min maran ji mirinê xelaskirin e"
Emîn got mar di meha hezîranê da cot dibin û wiha axivî: "Ev qasî saetekê dewam dike, hûn ber wan ra jî derbas bin haya wan ji we çênabe. Mara mê di tîrmehê da hêkan derdixe, di nav 2 mehan da jî hêk dilerizin."
Dema Emîn diaxivî caw hat ku li gund marek hatiye dîtin, ew û kurê xwe yê 13 salî di demeke kin da mar girin û Emîn wha axivî: "Armanca min maran ji mirinê xelaskirin e. Dema yek dixwaze maran bikûje ez heman diçim xelas dikim."