ANKARA
Serokomar Abdullah Gul bi Serokdewletê Komara Çînê Şî Cînpîng re li ser têlefonê axivî. Cînpîng ji bo karkerên ku di bobelata li navçeya Somayê de mirin, li ser navê gelê Çînê sersaxî da Serokomar Gul.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin, Serokomar Gul bi Serokdewletê Komara Çînê Şî Cînpîng re li ser têlefonê axivî û li ser navê gelê Çînê Cînpîng sersaxî da û diyar kir ku di rojên dijwar de li bal gelê Tirkiyeyê ne.