Dildar Baykan
18 Gulan 2021•Rojanekirin: 18 Gulan 2021
Serokê Amerîkayê Joe Bîden li ser telefonê bi Serokê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra axivî û got ew piştgiriyê dide ku li herêmê agirbestek çêbibe.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî Bîden got li hemberî êrîşên moşekan heqê Îsraîlê heye ku xwe biparêze.
Bîden daxuyand civaka navneteweyî ji bo tundî raweste û li Qudsê aramî çêbibe hewl dide ku ew ji ber vê kêfxweş e û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bîden ji bo ku sivîlên bêguneh bên parastin ji Îsraîlê ra got çi ji destê wê tê bila bike."
Hat gotin Bîden û Netanyahu der barê operasyonên dijî Hamasê û yên din da jî axivîn.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Serok Bîden ji bo agirbestekê piştgiriya xwe anî ziman. Ji bo vê jî li ser diyaloga Amerîka, Misir û şirîkên din axivî."
-Netanyahu di têlefonê da ji Biden ra got ku ew biryardar in ku êrîşên li ser Xezeyê bidomînin
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi Serokê Amerîkayê Joe Biden ra ser têlefonê axivî û diyar kir ku ew ji bo domandina operasyona eskerî ya li ser Xeta Xezeyê biryardar in.
Ji Ofîsa Netanyahu daxuyaniya nivîskî hat dayîn û li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Îsraîlê di axaftina ser têlefonê da spasiya Biden kir ku piştgiriyê dide mafê xweparastina Îsraîlê.
Di axaftinê da Netanyahu ji Biden ra wiha got, "Ji bo ku em ewlehiya welatiyên Îsraîlê cardin saz bikin, em biryardar in ku operasyonê bigihînin hedefa wê."
Di daxuyaniya ku ji Qesra Spî hatibû dayîn da jî Biden gotibû ew piştgiriyê dide ku li herêmê agirbest çêbibe.
Ji 10ê gulanê vir va Biden û Netanyahu sê caran bi têlefonê axivîne.
Îsraîl ji 10ê gulanê pê va êrîşî Xeta Xezeyê dike û di êrîşan da 61 jê zarok, 36 jê jin bi tevahî 212 kes hatin kuştin, 1400 kes birîndar bûn.