GEBELE
Serokomar Abdullah Gul li ser bûyerên Misrê û îdiaya "Tirkiye têkilê karên me yên hundir dibe" wiha got: "Bangewaziyên Tirkiyê yên ku dike ne têkilbûna karên hundir e. Ev wek dostekî xemgînbûn, metelmayîn û hîskirina êşê ye.
Ev hewla Tirkiyê ji bo balkişandin û alikariyê ye. Em dixwazin alîkariya wan bikin. Hemû bûyerên ku li Misrê diqewimin şerma li ser navê îslamê û ereban e. Dostên wan êşa wan hîs dikin. Bi rastî ez êşa her kesekî Misrî yê ku dimire hîs dikim. Herhal dijminên van welatan jî hene. Ew dilşad dibin, bêyî ku ew guleyan bi kar bînin, hêzên mezin ji holê radibin."
Dihat îdiakirin ku telefonên parlameneterên CHPê tê guhdarkirin. Serokomar Gul li ser vê îdiayê jî wiha got: "Di raporên ku pêşkeşî min kirin de wek serokomar min tiştekî wiha nedît û ez bawer nakim ku dê tiştekî wiha çêbe. Ez texmîn nakim ku der barê partiyên siyasî de tiştên wiha dê bibin. Welatekî wek Tirkiyê demokratîk û huqûqnas yê ku qanûnên wî diyar e, ev tişt nabin, nikarin bibin."
Serokomar Gul bi Serokê Dewleta Kazakistanê Nursultan Nazarbayev re hat li cem hev.
Di destpêka civînê de destûr hat dayîn ku endamên çapemeniyê dîmenan bikişînin. Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Wezîrê Ragihandin, Deryayî û Agahdariyê Bînalî Yildirim jî beşdarî civînê bûn.