Hat diyarkirin ku li Îsrailê komek cihû ket herêma Deyr Şerîfê û nêzî 100 darên zeytûna yên filistîniyan jêkirin.
Rayêdarê herêma Deyr Şerîfê Gassan Daglas daxuyanî da AAyê û got: "Cihûyan ji bo hê zêde erdê zeft bikin, darên me yên zeytûna ku em pê debara xwe dikin jê dikin. Niha wextê berhevkirina zeytûna ye. Wextê ku me yê zeytûnên xwe berhev bikirina cihûyan darên me jêkirin. Xwediyê van daran filistîniyên herêma Deyr Şerîfê ne.
Ji hêla din ve tê dîtin ku di demên dawîn de cihûyan êrîşî erdê gund û bajaroken filistîniyan yên nêzî cihen xwe dikin. Ev êrîş her ku diçe zêde dibin.