Yekîneya pêşmergeyan ya duyemîn wê îro ji Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê bi rê biketa û biçûya Kobanê, lê çûyîna wan hat taloqkirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên pêşmergeyan hat stendin, ji ber ku amadehî temam nebû, pêşmerge îro bi rê neketin. Der barê birêketina pêşmergeyan de bi hinceta ku "sira leşkerî" ye agahî nehat dayîn. Dema ku biryar bê dayîn, pêşmerge wê an bi wesaîtan werin an jî bi balafiran werin Tirkiyeyê û derbasî Kobanê bibin.
Fermandarê Pêşmergeyên li Kobanê Abdulkahhar Mecîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji bo ku pêşmerge bibetilin û malbatên xwe bibînin, guhertin tê kirin. Mecîd got ku heta niha li Konbanê 14 pêşmerge birîndar bûn.