ŞAM
Hat ragihandin Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li bajarê Deyrê Zor a Sûriyeyê 3 endamên meclisa leşkerî ya girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) îdam kir.
Di daxuyaniya ku ji Kordînatoriya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê hat dayîn de wiha hat gotin: "DÎŞIyê li bajarokên El-Muhasan, El-Buamr û El-Bulil ên Deyrê Zorê kontrol ji AASyê stend û li vir endamên meclisa leşkerî ya bajêr Hesen el-Hafiz, Sair el-Ceddî û Yasîr el-Mutleq idam kir û cesedên wan avêtin çemê Firatê."
Hatibû ragihandin li bajarê Deyrê Zorê ev du hefte ne ku di navbera DÎŞI û AASyê de şerekî dijwar diqewime û firokeyên şer ên girêdayî hêzên Esed jî deverên Şêx Yasîn, Hemîdiye û Cûbeyle yên li ser Deyrê Zorê dan ber bobme û moşekan.