Eşref Musa,Ömer Koparan
18 Adar 2023•Rojanekirin: 19 Adar 2023
Bi Hereketa Çiqlê Zeytûnê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) 5 sal berê li dar xistin navenda navçeya Efrînê ji PKK/YPGya rêxistina terorê hat rizgarkirin û ji wê demê vir va ji bo pêşketina herêmê xebat didomin.

Efrîna li hemberî Hatayê ku 6 sal di bin dagirkeriya PKK/YPGya rêxistina terorê da mabû 5 sal berê bi Hereketa Çiqlê Zeytûnê va hatibû xelaskirin.
Yekîneyên ANSyê ku piştgir TSK bû di 20ê Rêbendana 2018an da dest bi hereketê kirin û di nav 58 rojan da navenda Efrînê hildan bin kontrolê.

Bi saya xebatên Meclisa Herêmî ya Efrînê û meclisên herêmî yên 6 bajarokan va di qada perwerdehî, tenduristî, çandinî û binesaziyê da xebat hatin kirin û şopên terorê ji navçeyê hatin paqijkirin.
Bi saya xebatên binesaziyê va reng û rûçikê bajêr guherî.

Ji şêniyên Efrînê Saleh Fares daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tevlî hevalên xwe ji ser medyaya civakî rûpelek vekirine û dengê kesên mihtacî alîkariyê didin bihîstin û wiha domand: "Li vê derê cihêkariyeke wek Ereb e, Kurd e tuneye. Di navbera me da ferq tuneye û em wextê xwe bi hev ra derbas dikin."
- "Efrîn axa bav û kalên min e"
Hesen Ebdoyê ji muzîkjenên Efrînê got: "Efrîn warê bav û kalên min e û ez ê li vê derê jiyana xwe bidomînin."
Meclisa Herêmî ya Efrînê û meclisên herêmî yên 6 bajarokan ji bo pêşketina Efrînê di qada perwerdehî, tenduristî, çandinî û binesaziyê da xebatên xwe didomînin.