Kasım İleri
03 Hezîran 2021•Rojanekirin: 03 Hezîran 2021
Rayedarekî ast bilind ji Wezareta Karê Derve ya DYAyê destnîşan kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê li navçeya Minbicê li xwepêşanderan reşandiye û ji ber ku di bûyerê de 8 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne, bi fikar in. Herwiha bangawazî hat kirin ku rêz li mafê mirovan bê girtin.
Li bakurê Sûriyeyê herwekî ku li gelek deverên di bin dagîrkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê de ne dibe, li Minbicê jî gel li dijî serweriya rêxistina rabûye ser pê.
Li navend û hinek deverên gundewarî yên naveçeya Minbica ku li rojavayê çemê Feratê ye, xwepêşandana gel tevî "qedexeya derketina derve" ya ku rêxistina terorê bi ser gel de disepîne, her diçe berfireh dibe.
Nûçegihanê AAyê ji rayedarekî ast bilind ji Wezareta Karê Derve ya DYAyê pirsî, "DYA û hevpeymanê ji bo şerkirina li DEAŞê bi sed milyonan dolar xerc kir, li tevî vî binemaya 'rêveberiya xwecihî ya sivîl' a li gor fikra we, li bakurê Sûriyeyê bi kêr nayê. Gelo berteka we ya li hember bûyerên li Minbicê çiye?" Rayedarî di bersivê de wiha got, "Em ji berr bûyerên li Minbicê bi fikar in û ji nêzîk ve dişopînin."
- Bûyerên li Minbicê qewimîn
Li Minbica ku ji sedî 99ê wê Ereb e roja duşemê xwepêşanek çêbûbû. Rêxistinê gule berdabû ser gel, sivîlek hatibû kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûbûn.
Piştî vê bûyerê gel cihekî kontrolê ya YPG/PKKyê ya li ser rêya Helebê bi dest xistibû û şewitandibû, esnafan jî kepengên kargehên xwe girtibûn.
Rêxistin ji bo ku rê li ber bertekên gel bigire ji nîvê şevê pê va derketina derva 48 saetan qedexe kiribû.
Xwepêşandan duh jî belayî gundewarên Minbicê bûbûn. Li herêma Hudhudê sivîl kom bûbûn û ber bi navenda navçeyê meşiyabûn. Li biniya bajêr li rêbenda Qedafê terorîstan gule agir kiribûn, sivîlek hatibû kuştin, 6 sivîl jî birîndar bûbûn.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê li Minbicê ji eşîretên beşdarê çalakiyan wergirt, bi guleyên rêxistina terorê herdu rojên ewil herî kêm 7 sivîl hatin kuştin, 27 sivîl jî birîndar bûn.
YPG/PKKya rêxistina terorê ji bo qîz û kurên di navbera salên 1990-2003an da hatine dinyayê eskeriya salekê mecbûrî dike. Rêxistin li Minbic, Kobanê, Qamişlo, Malikiye, Dirbasiyê, Reqa û Dêrazorê ciwanên Ereban bi zorê hildide nav refên xwe.
- Digel rêkeftinan Minbic hê jî di bin dagiriya rêxistinê da ye
Minbica navçeya Helebê ji Tebaxa 2016an vir va di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da ye. Amerîkayê soz dabû, piştî ku ji DEAŞê were paqijkirin, YPG/PKKyî dê ji Minbicê derkevin. Lê rêveberiya Washingtonê ev soza xwe neanîbû cih. Rûsyayê jî Cotmeha 2019an di heyama Herekata Kaniya Aştiyê da soz dabû Tirkiyeyê ku dê rêxistina terorê ji Minbicê derxe. Lêbelê rêxistin hê jî dagiriya xwe didomîne.