09 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin balafirên DYAyê li Îdlibê operasyona esmanî birin ser avahiya tê gotin ya El Qaîdeyê ye û di operasyonê da 11 endamên rêxistinê mirin.
Jeff Davisê Berdevkê Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) daxuyaniya nivîskî da û diyar kir 3-4ê sibatê li dijî avahiya civînê ya El Qaîdeyê du operasyonên esmanî hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin tevî Ebû Xanî el-Misriyê ji pêşengên El Qaîdeyê 11 endamên rêxistinê mirin.