Ahmet Aydın
15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan der barê êrîşa terorê ya li Frensayê got, "Dîn, nijad û neteweya terorê tuneye. Ewên ku ev êrîşa hovane li dar xistin, tu eleqeya wan bi mirovatiyê tuneye."
Serokomar Erdogan wiha axivî, "Em weke welatekî ku gelek caran bûne hedefa êrîşên teroran, em baş ji hestên frensiyan fam dikin. Ew êrîşa hovane careka din pêwîstiya têkoşînekê bibiryar û bihevrayî nîşan dide."
Erdogan anî ziman ku dîn, nijad û neteweya terorê tuneye û wiha pê da çû, "Ewên ku ev êrîşa hovane li dar xistin, tu eleqeya wan bi mirovatiyê tuneye. Di esil da cihê van hovan li cîhanê jî tune û pêdivê qet nebe."
Serokomar der barê terorîzmê da wiha jî axivî, "Ewên ku li himber terorê di tevger û helwesteke dulayî da ne, bila ji wê êrîşa dawîn ya Frensayê dersê bistînin. Divê em hemî bibînin û baş bizanin ku ji rêxistinên terorê ra tu ferqa Tirkiye, Frensa, Iraq, Belcika, Erebistana Siûdî û Amerikayê tuneye."