Ruslan Rehimov
15 Adar 2025•Rojanekirin: 16 Adar 2025
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyêv endamtiya welatê xwe ya ji bo Teşkîlata 8 Welatên ku Geşe dinin (D-8) pesend kir.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Azerbaycanê, Eliyêv biryarnameya derbarê endamtiya Azerbaycanê bo Teşkîlata D-8ê pesend kir.
Di Civîna 11emîn Lûtkeya Teşkîlata D-8ê ku 19ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Qahîreya paytexta Misirê hatibû lidarxistin da, endamtiya Azerbaycanê hatibû qebûlkirin.