Elif Orhan
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump der barê pevçûnên ku di van rojên dawîn de li Kerkûka bajarê Iraq diqewimin de nirxandin kir û got ku "Em kêfxweş nînin ku ew pev diçin (li Kerkûkê). Em di vê şerê de tu aliyê nagirin."
Trump li Qesra Spî der barê tiştên ku li Kerkûkê diqewimin de daxuyanî dan rojnamevanan.
Serok Trump destnîşan kir ku ji pevçûnên ku li Kerkûkê di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diqewimin kêfxweş nînin.
- "Em ji pevçûnan kêfxweş nînin"
Trump her wiha der barê pozîsyona DYAyê ya li Kerkûkê de daxuyaniya "Em kêfxweş nînin ku ew pev diçin (li Kerkûkê). Em di vî şerî de tu aliyê nagirin. Bi kurdan re têkiliyên me yên gelekî baş ên ku çendî sal in berdewam in hene. Di serî de divê em hîç neketina wir lê belê em di heman demê de li gel Iraqê ne. Lê belê em di vê şerê de alî nagirin."
Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya duh de der barê regeşiya eskerî ya li Kerkûkê de bangî aliyan kiribû ku "bila ji pêngavên ku rageşiyê zêde dike dûr bisekinin" û dabû zanîn ku li gel yekîtiya axa Iraqê ne.
Îro jî Senatorê Arîzonayê Komarparêz John McCaîn der barê heman mijarê de bangî artêşa Iraqê kiribû ku bila demildest pêşketina xwe ber bi cihên ku hêzên pêşmergeyan lê ne ya nêzî Kerkûkê bide sekinandin.