Abdullah Tel
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
CENEVRE
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad El Huseyîn biryara Amerîkayê ya ku ji Konseya Mafên Mirovan a NYê veqetiya nirxand û wê biryarê wek "xeyal şikestin" binavkir.
Huseyîn ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê mijarê da wiha nivîsî: "Di roja îro da dema mirov li rewşa mafên mirovan mêze dike dibîne ku Amerîka di şûna paşva gav avêtinê da bi pêş va bimeşe."
Di nivîsa xwe da Huseyîn got ku biryara Amerîkayê ya ji Konseya Mafên Mirovan a NYê veqetîn tiştekî "metelhiştî" nîne lê wê biryarê wek "xeyal şikestin" binav kir.
Serokê Konseya Mafên Mirovan a NYê Vojislav Suc jî der barê biryara Amerîkayê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku cihê ji Amerîkayê vala bû lazime di Lijneya Giştî ya NYê da bê nirxandin û biryara hewce dike bê dayîn.
Nûnera Daîmî ya NYê ya Amerîkayê Nîkkî Haleyê diyar kiribû ku welatê wê ji Konseya Mafên Mirovan a NYê wê veqete û wiha gotibû: "Ev konsey layiqê navê xwe nîne."