25 Sibat 2018•Rojanekirin: 25 Sibat 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ÎDLIB/ANKARA
Rejima Beşşar Esed digel biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li Sûriyeyê mehekê "agirbesta însanî", li Xûtaya Rojhilat, Îdlib û Hamayê êrîş kirin.
Li gor çavkaniyên Parastina Sivîl, rejima Esed digel biryara ku duh bişev KENYê da ku li Sûriyeyê mehekê "agirbesta însanî" çêbe, li Xûtaya Rojhilatê ji serê sibê pê va ji hewa û erdê va êrîşî 8 herêman kir.
Hêzên rejimê îro serê sibê ji hewa û erdê va êrîşî herêmên Xûtaya Rojhilatê ên Duma, Haresta, Şifoniyye, Kefer Batna, Hammuriye, Sakba, Baeyt Sava û Mercê kirin.
Di êrîşên topebaranê yên ku li bajaroka Hammuriyeyê hatin kirin da li gor agahiyên ewil jinek mir.
Li gor ragihandina nûçegihanên AAyê yên li Îdlib û Hamayê, hêzên rejimê ji serê sibê pê va qadên sivîl ên navçeya Cîsr eş Şuxura Îdlibê da ber topan, li Kefer Zîtaya herêma bajarê Hamayê jî ji hewa va bombebaran kir.
KENYê duh bişev ji bo ku li Sûriyeyê alîkariyên însanî bigihêjin cihê xwe, bi taybetî li Xûtaya Rojhilat nexweşên giran û birîndar werin texliyekirin, biryar dabû ku herî kêm mehekê agirbesta însanî çêbibe.