Mücahit Aydemir
08 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2022
Li bajarê Cenînê ya li ser herêma Şerîaya Rojava ya Filistîna dagirkirî 3 Filistînî bi guleyên eskerên Îsraîlê va hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di êrîşa hêzên Îsraîlê ya vê sibê li Cenînê kir da 3 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da der barê kesên hatine kuştin da bi hurgilî agahî nehat dayîn.
Li gor agahiya şahidan, dema hêzên Îsraîlê bi ser Cenînê da girtin bi dehan Filistînî dijî vê derketin û di navbera wan da pevçûn çêbû.
Eskerên Îsraîlê gule berdan wesayîtên Filistîniyan, gelek welatî birîndar bûn.
Seriyyeyên Qudsê ya şaxa eskerî ya Tevgera Cîhada Îslamî jî daxuyand ku li dora kampa Cenînê dijî eskerên Îsraîlê hewl hat dayîn û ji wan hinek hatin birîndarkirin.
- Artêşa Îsraîlê 15 Filistînî binçav kir
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, li Şerîaya Rojava 15 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin eskerên Îsraîlê li ser Cenîn, Ramallah, Nablus û El Xelîla bajarên Şerîaya Rojavayê da girtin.
Hat gotin li van bajaran 15 Filistînî ji ber ku eleqeya wan bi teror û sûcên ewlehiyê ra heye hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da behsa 3 Filistîniyên hatin kuştin nehat kirin.
- Li Şerîaya Rojava sala herî bixwîn 2022 bû
Ji serê salê vir va hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava hema hema her roj li ser malan da digirin û Filistîniyên sivîl dikin hedefê.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), li Şerîaya Rojava NY ji sala 2005an vir va qeyda bûyeran digire ku ji wir pê va heta niha sala herî bixwîn sala 2022yan e.
Li gor vê, heta 29ê Mijdara 2022yan jê 153 li Şerîaya Rojava û 52 li Xezeyê tevahî 205 Filistînî hatin kuştin ku ji wan 47 kes zarok in.
NYyê bal kişand ku di gelek bûyeran da ji ber ku hêzên Îsraîlê tund tevdigere ev kes hatine kuştin.