ANKARA
Rêberê Tevgera Nahdayê ya Tûnisê Raşîd Gannûşî wiha got: "Dê trêna Tûnisê bi hilbijartineke azad û şefaf bigihêje rawestgeha xwe."
Gannûşî li Avahiya Fermî ya Serokwezîrtiyê bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hat bal hev. Gannûşî serdana xwe û geşedanên dawîn ên li Tûnisê ji AAyê re nirxand.
Gannûşî destnîşan kir ku ji bo serkeftina AK Partiyê ya di hilbijartinên herêmî de pîroz bike hatiye Tirkiyeyê û wiha got: "Armanca sereke ya serdana min ew e ku serkeftina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û hevalên din ên di AK Partiyê de pîroz bikim."
Gannûşî diyar kir ku di dawiya 2014an de dê li Tûnisê hilbijartinên giştî pêk werin û wiha axivî: "Li Tûnisê 22 partî tevlî diyaloga neteweyî bûn û di encamê de li welatê me yekîtiya neteweyî pêk hat. Paşê destûreke bingehîn a ku bingeha xwe ji demokrasî û Îslamê hildide hat nivîsandin. Piştî vê di serokatiya Mehdî Cuma de hikûmeta hevkar ya neteweyî hat avakirin."
Gannûşî destnîşan kir ku Tûnisê berê xwe daye demokrasiyê û wiha got: "Dê trêna Tûnisê bi hilbijartineke azad û şefaf bigihêje rawestgeha xwe."
Gannûşê di axaftina xwe de got ku li Tûnisê qeyrana aboriyê heye, ev jî ji ber zordestiya salan derketiye holê û ev zordestî exlaqê siyasetê jî xirab kiriye.
Gannûşî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirikên aboriyê pêvajoya diyaloga neteweyî dest pê kir.
Gannûşî di axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tûnisê meşrûtiya Nahdayê qewî ye û got ku înşellah di hilbijartinên dawiya salê de em ê serkeftî bin.