Ethem Emre Özcan
07 Hezîran 2022•Rojanekirin: 07 Hezîran 2022
Hat îdiakirin, Îsraîlê li dijî hin ciyên eskerî yên rejima Beşar Esed ên li paytextê Sûriyeyê Şamê êrîşa asîmanî kir.
Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê di nûçeya xwe ya ku sipart çavkaniyên eskerî da îdia kir, Îsraîlê bi dema herêmê di saet 23.18an da êrîşa asîmanî bir ser hin ciyên eskerî yên li başûrê Şamê.
Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Pergalên me yên parastina asîmanî bersiv dan fuzeyên dijmin û piraniya wan daxistin. Di êrîşê da bi tenê xesar çêbû."
Rejima Esed îdia kiribû, Îsraîlê di 20ê Gulanê da li dijî başûrê Şamê, di 13ê Gulanê da jî li dijî herêma Misyafê ya Hemayê êrîş pêk anîn.
Peywirdarên Îsraîlî bi piranî der heqê êrîşên dijî xaka Sûriyeyê da şîroveyê nakin.
Îsraîl ji sala 2011an a destpêka şerê navxweyî û vir va li Sûriyeyê car carî êrîşan dibe ser ciyên eskerî yên rejimê û her wiha yên komên Îran li piştê ye.