Muhammet Kurşun
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 03 Îlon 2017
MEKKE
Misilmanên ji bo ferza hecê çûn axa pîroz û jimara wan ji 2 milyonî zêdetir e, ricimandina şeytan didomînin.
Hecî piştî Weqfeya Erefatê çûn Cemeratê û li wir şeytan ricimandin.
AAyê heciyên ku li Mînayê şeytan diricimandin ji esman ve kişandin.
Hecî dema ji Mînayê ber bi Cemeratê ve diçin qerebalixî xuya nake.
Hecî her yek 7 keviran diavêjin cihê ricimandinê û îbadeta xwe dikin.
Hecî dê 3 rojên eydê 3 şeytanan biricimînin. Divê di roja çaran de jî li Mînayê şeytan biricimînin.