01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
HELEB
Li Sûriyeyê bi sed hezara sivîl ji ber êrîşên rejima Beşşar Esed û milîsên şiî yên ku Îran piştgiriyê dide wan bê nan man.
Rejima Esed û piştgirên wê ji 15ê mijdarê vir ve, ji hewa û bejayê ve êrîşê dibin ser semtên bakurê Helebê yên di kontrola muxalifan de.
Di 16 rojên dawî de 739 sivîl mirin, nêzî 2 hezar û 500î jî birîndar bûn. Ji ber êrîşan hemî dibistan û nexweşxaneyên li herêmê serobino bûn. Li herêmê xizmetên perwerde û tenduristiyê nayên dayin.
Hefteya borî li herêma ku nêzî 300 hezarî sivîl lê dimînin tenê 3 firinên nan mabûn.
Midûrê Parastina Sivîlan ê Helebê Necîb Ensarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku firinên ku dibê roja şemiyê nan bipetandina hê dest bi xizmetê nekirin.
Ensarî wiha got: "Ji bo bi sedan hezar kesî bi tenê 3 firinên me man. Jixwe mimkun nîne ku ev firinan têra her kesî nan derxin. Hindik merivan jê îstifade dikir. Firinên din yan hatibûn teqandin an jî ji ber ku ar di destê wan da nemaye hatibûn girtin. Roja şemiyê ji van 3 firinan nanê bihata belavkirin. Lê belê ji ber êrîşên ji hewayê nan nehat belavkirin. Ev 5 roj e nanek jî nehat lêxistin."
Ji ber tengasiyên rejimê ji 7ê tîrmehê virda tu konvoyeke alîkariya mirovahiyê ya Neteweyên Yekbûyî nikare têkeve rojhilatê Helebê.