Önder Beyter
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
VATÎKAN
Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Papa Franciscus da qala girîngiya wê yekê hat kirin ku divê ji Amerîkayê ra telqîn bê kirin ku biryara wê ya Qudsê xeternak e û divê neyê cîbicîkirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat wergirtin, hevdîtina rûbirû ya li Pirtûkxaneya Apostolîk ku ev yek kevneşopî ye, di atmosfereke dostane da derbas bû û herwiha di civînê da di serî da Sûriye mijarên wekî Quds, penaber, rûdanên li Rojhilata Navîn, teror, peywendiyên mensûbên dînên cuda hatin gotûbêjkirin û der heqê van mijaran da aliyan nêrînên xwe anîn ziman.
Erdogan û Papa bal kişandin, Qudsa ku ji bo Misilman, Mesîhî û Cihûyan pîroz e divê statuya wê ya ku ji aliyê biryarên NYyê û hiqûqa navneteweyî va hatiye diyarkirin, bê parastin.
Di hevdîtinê da qala girîngiya wê yekê hat kirin ku divê ji rêveberiya Amerîkayê ra telqîn bê kirin ku biryara wê ya Qudsê xeternak e û divê neyê cîbicîkirin.
Serokomar Erdogan ji ber peyamên wî yên der heqê "Qudsê" da spasiya Papa kir.
- Qala têkoşîna hevbeş a dijî dijminiya biyaniyan û Îslamofobiyê hat kirin
Papa Franciscus jî ji ber hewldanên wî yên der heqê Qudsê da û ji ber alîkariyên wî yên seba penaberan, Erdogan pîroz kir.
Serokomar Erdogan herwiha der heqê operasyonên ku Tirkiye li Sûriyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da dike, agahî dan.
Di hevdîtinê da qala têkoşîna hevbeş a dijî dijminiya biyaniyan û Îslamofobiyê û şaşiya danîna peywendiya dînan bi terorê ra hat kirin û herwiha hat destnîşankirin ku divê herkes ji vegotinên navtêdanê yên ku tê da Îslam û terorê tînin cem hev dûr bisekine.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew girîngiyê didin pêkvejiyana aştiyane ya mensûbên hemû dînan û ji bo vê yekê jî wan di vê axiriyê da 14 dêr û sînagogek restore kirin.