Türkan Tosun
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
HEWLÊR
Wezîrê Karên Derva yê Hollandayê Stef Blok daxuyand Hollanda wê perwerdekirina Pêşmergeyan bidomîne.
Blokê ji bo hin hevdîtinan hat Hewlêra bajarê Iraqê bi Nêçîrvan Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ra hevdîtinek pêk anî.
Blok piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist û behsa piştgiriya welatê xwe ya ji bo Pêşmergeyan kir.
Wezîr Blok wiha got: "Şêwirmendên me yên eskerî wê perwerdekirina Pêşmergeyan bidomînin."
Der barê têkiliya di navbera Hollanda û Herêma Kurdistana Iraqê da jî Blok got ev têkilî divê bên pêşvabirin û wiha dewam kir: "Hollanda di çarçoveya Iraqa bihêz da piştgiriyê dide HKIya bihêz."
Barzanî jî got têkiliya di navbera Hollanda û Herêma Kurdistana Iraqê da xurt e û wiha axivî: "Dema pevçûnên dijî DEAŞê Hollandayê alîkarî da, eskerên Hollandî perwerde dan hêzên Pêşmergeyan ên HKIyê. Ji ber van piştgiriyan em spasdar in."
Barzanî got di hevdîtinê da ew li ser têkiliyên Hewlêrê û Bexdayê da jî axivîne û anî ziman bi kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê va ew hêvî dikin têkiliyên xurttir çêbibin.