Enes Canlı
04 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Di êrîşa asîmanî û serdaavêtina Îsraîlê ya dijî Şerîeya Rojava ya dagirkirî da 9 kes hatin kuştin, 80 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat diyarkirin, di êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya dijî bajarê Cenînê da hejmara birîndaran gihîşt 80.
Wezaretê daxuyand ku artêşa Îsraîlê rê li ber ekîbên tenduristiyê digire ku ew xwe bigîhînin birîndaran, li Nablus, Kalkiya û navendên din ên tenduristiyê xebatkarên tenduristiyê ji bo birîndaran derman bikin amade disekinin.
Wezîrê Tenduristiyê Mey Keyle û Hîva Sor a Filistînê jî heman agahî dan ku hêzên Îsraîlê destûrê nadin ku birîndar bên dermankirin û divê raya giştî ya navneteweyî li hemberî vê tevgerê dengê xwe derxe.
- Êrîşên artêşa Îsraîlê dewam dike
Ji aliyekî din va eskerên Îsraîlê dijî der û dora Kampa Penaberan ya Cenînê pêşvaçûna xwe domand, rêyên li hundirê kampê kola û zirareke mezin da binesaziyê.
Li der û dora kampê dengê pevçûn û teqînan hat û dûmaneke reş bilind bû.