Mücahit Aydemir
25 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2023
Hêzên Îsraîlî li bajarê Nablûsê yê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 3 Filistînî kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê de hat destnîşankirin ku li Nablûsê 3 Filistînî di ecama lêreşandina eskerên Îsraîlî de canê xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hê nasnameya kesên kuştî nehatiye teyîdkirin.
Ji aliyê din ve Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de îdia kir ku ew her sê kesên navborî ji otomobîlekê gule berî eskerên Îsraîlî dane.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku eskerên Îsraîlê bersiva êrîşê daye û di encamê de êrîşkar hatine kuştin û çek û techîzatên bi wan re hatine desteserkirin.
Hat gotin ku ji eskerên Îsraîlê kes nemiriye û birîndar nebûye.