Mustafa Deveci
02 Hezîran 2021•Rojanekirin: 02 Hezîran 2021
Meclisa Îsraîlê Serokê berê yê Partiya Karkeran û Ajansa Cihûyan Isaac Herzog wek Serokomarê nû yê welêt hilbijart.
Li Îsraîlê parlamenter ji bo ku şûna Serokomar Reuevn Rîvlînê wê di 9ê tîrmehê da wezîfeya wî dawî dibe serokomarekî nû hilbijêrin civiyan.
Ji bo serokomariyê Isaac Herzogê Serokê Giştî yê Partiya Karkeran ê berê û Miriam Peretza aktivîsta siyonîst ya li Fasê hatiye dinyayê bûn namzed.
Di tura ewil da Herzog ji 120 parlamenteran raya 87 kesan, Peretzê jî raya 27 kesan hilda.
Bi vî awayî Herzog bû Serokomarê 11emîn ê welêt.
- Isaac Herzog kî ye?
Serokê Ajansa Cihûyan Herzogê 60 salî ye kurê Chaîm Herzogê Serokomarê 6emîn ê Îsraîlê yê ku wî di navbera 1983-1993an da wezîfe kiribû.
Isaac Herzog di navbera salên 2013-2017an da serokatiya Partiya Karkeran kir.
Piştî ku di 9ê tîrmehê da wezîfeya Serokomar Reuevn Rîvlîn dawî dibe Isaac wê bibe Serokomar û ewê 7 salan wezîfeyê bike.
Li Îsraîlê li gor serokwezîr Serokomar xwedî rayeyên sînordarkirînê ne û wezîfeya wan wezîfeyeke sembolîk e.
Serokomar dikarin mehkûman efû bikin, îtimatnameyên balyozan qebûl bikin, ji bo ku hikûmet ava bibe nûneran tayîn dikin.
Meclisa Îsraîlê ji 120 parlamenteran pêk tê û ew ji hêla gel va tên hilbijartin.