Necdet Yilmaz û Ercan Ozpilavciyê ji 18 karkerên tirk yên ku li Iraqê hatin revandin, li Besraya bajarê Iraqê serbest hatin berdan.
Berdevkê Wezaretê Tanjû Bîlgîçê ku digel Ferîdûn Sînrîlîogluyê Wezîrê Karên Derve ji bo hin hevdîtinan bikin çûn Bakuyê, li vir daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Necdet Yilmaz û Ercan Ozpilavciyê ji karkerên ku di 2yê îlonê de hatin revandin, serbest hatin berdan.
Bîlgîç got ku ji rayedarên Balyozxaneya Bexdayê ya Tirkiyê hin kesan bi karkeran re hevdîtin kir û agahî dan me ku rewşa wan a tendûristiyê baş e û wiha axivî: "Hêvî dikim ku karkerên din jî serbest bên berdan."
Di vê navberê de, li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji erkdarên Iraqê hildan, rewşa tendûristiyê ya karkerên tirk ên ku serbest hatin berdan baş e.
Erkdaran ragihand ku dê karkeran bi balafirê an di ser Bexda an jî Basrayê de bînin Tirkiyê; lê ev mijar hê zelal nebûye.
Li herêma Sedra Bexdayê di 2ê îlonê de 18 karkerên ku di fîrmayeke Tirkiyeyê de dixebitin, bi destê kesên ku cilên leşkerî li wan bûn hatibûn revandin.