Li Pakistanê hêjmara kesên di lehiyên ku ji ber barana gur rabûn de mirin derket 257an.
Hat ragihandin ku li Eyaleta Pencap û herêma Keşmîrê ji ber baranên Mûsonê ava çeman bilind bû û 2 hezar û 235 gûnd di bin avê de man.
Li gor rapora ku Saziya Rêveberiya Afeta Navneteweyî weşand, li Pencapê 179, li herêma Azat Keşmîrê 64, li Giltîtê 14, bi tevahî 257 kes mirin.
Hat gotin ku li gundên ku di bin avê de man de 9,515 avahî zirar dîtin, 2,881 avahî jî bi tevahî xerab bûn. Her wiha ji lehiyê 1,121, 987 kes zirar ditin.
Li herêmên ku di bin ava lehiyê de man, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên yekineyên artêşê û saziyên civakî yên sivîl didomin.
Serokwezîrê Pencapê Şahbaz Şerîf li herêmên ku di bin avê de man xebatan ji nêz ve dişopîne.