Elif Orhan
29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Barack Obamayê Serokê DYAyê der heqê teqîna ku li Balafirgeha Ataturkê qewimî de agahî sitand.
Ji Qesra Spî daxuyanî hat dayîn û dan zanîn ku Obama der heqê teqîna li Balafirgeha Ataturkê ji Lîsa Monacoya Şêwirmenda Têkoşîna Dijî Terorê û Ewlehiya Navxweyî agahî sitand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Lîsa Monacoya Şêwîrmenda Têkoşîna Dijî Terorê û Ewlehiya Navxweyî der heqê teqîna ku li balafirgeha Stenbolê qewimî de agahî dan Serok."