Balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê li Şamê ji hewayê êrîşî navçeya Dumayê kirin. Di operasyonê de 23 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Konseya Şoreşê ya Giştî ya Sûriyeyê daxuyand ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê êrîşî navçeya Dumayê ya ku di destê muxalifan de ye kirin.
Hat gotin ku di operasyonê de 23 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Aktîvîstê herêmî Yûsif el-Bustanî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di êrîşê de gelek mal û kargeh xirab bûn. Di hin kargehan de şewat derket."