Bekir Aydoğan, İbrahim Atmaca
16 Adar 2022•Rojanekirin: 19 Adar 2022
Ji ser êrîşa kîmyewî ya bi telîmata lîderê têkçûyî yê Iraqê Sedam Huseyn li bajarê Helebçeyê hatibû kirin ra 34 sal derbas bû.
Komkujiya Helebçeyê di heyama şerê navbera Iraq-Îranê da wek asta dawîn a Herekata Enfalê hat kirin.
Sedam Huseynê serokê rejima Beasê bi hinceta gelê Helebçeyê piştgirî daye Îranê telîmata bombebaranê da.
Li ser telîmata Sedam Huseyn bi serokatiya eqrabayê wî Elî Hesen El Mecîdê ku navlêka wî "Eliyê Kîmyewî" ye di 16ê Adara 1988an da bi bombeyên xaza sarîn û xardalê va êrîşî navçeya Helebçeyê ya li ser sînorê Îranê hat kirin.

- 5 hezar kes hatin kuştin
Serê sibê di saet 10.50î da êrîş li navenda Helebçeyê û der û dora wê hat kirin û bêhna sêva li bajêr belav bû.
5 hezar Helebçeyiyên nizanibûn ev bêhn ji ku tê li ber derê malên xwe an jî dema hewl didan birevin di hundirê wesayîtên xwe da mirin, ji 7 hezar kesî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Yên mayî jî ji ber tirsa êrîşeke duyem bi wesayîtan an jî bi meşê ber bi sînorê Îranê ra reviyan.
- Sedam got haya wî ji vê êrîşê tune
Iraq di 1980ê da bi Îranê ra kete şerekî û şêrê wan 8 salan dewam kir. Ji aliyê din bi pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) ra jî şer dikir.
YNKyiyên li ser sînorê Îranê bi cih bûbûn bi piştgiriya Îranê di Adara 1988an da Helebçe bi dest xistin. Sedam li ser vê fermana êrîşê da û bi çekên kîmyewî va Helebçe da bomberankirin da ku pêşmergeyan û Îranê têk bibe.
Di sala 2003yan da Amerîkayê Iraq dagir kir û Sedam girt. Di mehkemeyê da Sedam got haya wî ji vê êrîşê tune û wî ji medyayê bihîstiye.
- HKIyê di 2014an biryar da ku Helebçe bibe parêzgeh
Li Helepçeyê ji ber bermayiyên xazên kîmyewî gelek kes mirin, hin kes kor bûn û hinek jî seqet man.
Ji ser vê êrîşê ra sal derbas bibin jî kesên malbat û eqrebayên wan di vê êrîşê da hatine kuştin hê jî êşa wê wek roja ewil di dilê xwe da dijîn.
Li Herêma Kurdistanê ji ber êrîşê her sal di 16ê adarê da hin çalakî çêdibin.
Herêma Kurdistanê di adara 2014an da ji ber êşên hatine kişandin biryar da ku Helebçe bibe parêzgeh.
Rayedarên Herêma Kurdistanê ji bo gelê Helepçeyê ji hikûmeta Bexdayê tazmînatê dixwazin û dibêjin bila li bajêr pergala parêzgehiyê bilez saz bibe.