İbrahim Atmaca
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 08 Hezîran 2018
LONDRA
Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Boris Johnson ragihand, welatê wî ji ber gulereşandina li ser sivîlên Filistînî û ji ber rewşa ku li Xezeyê xerab dibe, pir bi fikar e.
Johnson piştî ku li Londrayê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra hevdîtin kir, daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Ji ber ku di hefteyên dawîn da ji 120î zêdetir Filistînî mirin û li Xezeyê rewş xerab dibe, em pir bi fikar in."
Johnson destnîşan kir ku him mafê gelê Xezeyê him jî yê gelê Îsraîlê ye ku di nav ewlehî û aştiyê da bijîn û timî di nav fikara ewlehiyê da nebin.
Johnson got, "Em zextê li ser rêvebiriya Îsraîl û Filistînê didomînin ku zêdetir çalakiyan nekin û ji aştiyê dûr nekevin." û wiha dewam kir: "Weke teror, tehrîka şidetê û weke hinekan redkirina hebûna Îsraîlê û înşaya bicihbûnê jî di gihîştina vê armancê da astengeke cidî ye."
Johnson bangî Îsraîlê kir ku seba mirin û kuştinan lêpirsîneke şefaf, bê alî bimeşîne.