QAHÎRE
Bijişkên Nexweşxaneya Sehrayê ya li Qada Rabîatul Adewiyeyê agahî dan muxabirên AAyê ku ji nexweşên anîne nexweşxaneyê herî kêm 300 kes bi guleyê hatine hatine birîndarkirin û li ber mirinê ne. Bijişkan bal kişand ku kapasîteya nexweşexaneyê tuneye evqas birîndarî derman bike, ji bo bi sedan kes ji mirinê bifilitin em li benda alîkariyê ne.
Berdevkê Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) Muhemed el-Biltacî, bi rêya Ajansa Andoluyê ji dinyayê xwest ku alkariyê bikin.
Balticî wiha got: "Em ji hemû kesan û ji her deverê alîkariyê dixwazin. Em ji Rêxistina Xaça Sor ya Navneteweyî hêvî dikin ku ji bo bi sedan kesên ji serê xwe bi berikan birîndar bûne ji mirinê bifilitin tevbigere."