Bi qasî 300 koçberên qaçax ên ku li perava deryaya Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur (KKTC) di keştiyê de asê mabûn hatin xelaskirin.
Di keştiyê de jin û zarok jî di nav de ji 300î zêdetir qaçax hebûn û xebatên xelaskirinê bi destê Ekîbên Ewlehiya Parastina Peravê ya Tirkiye û KKTCyê bi şev dest pê kir.
Keştiya Tanzanyayê ya bi qasî 50 mîtroyî danê sibê ji deryayê anîn ber bendera Gîrneyê.
Hat ragihandin ku ji koçberan yek jê dûcanî 40 jin û 35 zarok ji keştiyê hatin derxistin û li Salona Sporê ya Ertûgrûl Apakana li Gîrneyê hatin bicihkirin. Hat diyarkirin ku hin koçber nexwestin ji keştiyê peya bibin.
Ji koçberan Ahmed Sûrûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em ji ber şerê ku li Sûriyeyê diqewime reviyan û me serê meriv 6 hezar û 500 dolar pere da. Ev 4 rojin em tî û birçî ne. Kesên ku pere ji me sitendin gotin em ê we bibin Îtalyayê. Di nav me de jinên dûcanî û gelek zarok jî hene. Em perîşan bûn."