Bekir Aydoğan
19 Hezîran 2025•Rojanekirin: 21 Hezîran 2025
Hat diyarkirin ku li başûrê bajarê Hewlrêrê wesayîteke asîmanî ya bêmirov (ÎHA) ya bombebarkirî hat xistin.
Yekîneya Têkoşîna Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) der barê mijarê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li gundê Şeraweya li ser navçeya Kuştepeya li başûrê Hewlêrê di saet 18.43yan da ÎHAyeke bombebarkirî hat xistin.
Hat ragihandin ku di bûyerê da tu xisara madî çûnebû û tiştek bi kesî nehat.