Sinan Doğan
22 Tebax 2025•Rojanekirin: 23 Tebax 2025
Li başûrê Şiliya dewleta Amerîkaya Başûr bi mezinahiya 7,5an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) diyar kir ku navenda erdhejê li Nîvgirava Antarktîkayê ya Şiliyê li Derbasoka Drakeyê ye.
Hat diyarkirin ku bi qasî 10,8 kîlometre di bin erdê da çêbûye û li gelek bajarên Arjantîn û Şiliyê jî pê hesiyane.
Beşa Oşînografî û Hîdrografiyê ya Hêzên Behrê ya Şiliyê (SHOA) piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê da.