NEW YORK
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî.
Di dema axaftina Netanyahu de hin cihûyên ku li parka hemberî Navneda Giştî ya NYê civiyabûn Netanyahu û Îsraîl protesto kirin.
Çalakvanan alaya Filistînê vekirin û gotin ku em axaftina Netanyahu qebûl nakin û Îsraîl li gor rêgezên cihûtiyê tevnagere.